H’emû nûçeSereke

Elîyêv tevî hevjîna xwe beşdarî vekirina navenda xwe ya bazirganîyê bûye

Serdana serokkomarê Adirbêcanê Îlham  Elîyêv di vekirina tesîsên karsazîya malbata xwe de ku wek çalakîyeke giştî tên  raberkirin berdewam dike. Bi taybetî di 27 ê gulanê  Îlham  Elîyêv û hevjîna xwe Mêhrîban  Elîyêva beşdarî  raberkirina projeya Crescent Bay û vekirina navenda bazirganîyê ya Crescent Mall li Bekûyê bûn. Serokê giştî yê Koma Paşa Malls Yaman Şahîn şert û mercên ku li navenda danûstendinê hatine efirandin  raber kir: 107  dikanên cilan, gastronom, tendurîstî û şahîya zarokan. Nêzîkî 2 400 kes wê li wir bixebitin.

Navenda bazirganiyê ya Crescent Mall aîdî şîrketa Elîyêv “Pasha Malls Group” e (ku di heman demê de girêdayî Pasha Holding e) û navenda bazirganîyêye 8 emîn, ya here mezin ya welêt e. Agahîyên li ser vê yekê li ser malpera fermî ya “Pasha Malls Group” tê  raber kirin.

Paşa Holding xwedîyê navendên danûstendinê yên “Port Baku”, “Deniz Mall”, “28 Mall”, “Ganjlik Mall”, “Amburan Mall”, “Shuvelan Park”, “Ganja Mall” û “Crescent Mall” e.

Paşa Holding milkê bavê xanima yekem û cîgira serokkomarê Adirêcanê Mehrîban Elîyêvaye. Keçên serokkomar  Elîyêv Leyla û Arzu Alîyêva jî li vir xwedî par in. Ji sala 2013 a ve Arif Paşayêv rêveberîya Holdingê radestî Leyla û Arzû Alîyêvayê kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button