Endamên mîsyonên dîplomatîk yên pejirandî yên li Ermenîstanê serdana zona qezîyayê kirin

Endamên nûnertîyên dîplomatîk yên li Ermenîstanê, çûne bajarê Alavêrdîyê ku di encama lehîya li herêmên Lorîyê û Tavûşê pêk hatîye, herî zêde zirar dîtine.
Çawa ku nûçegihanê “Armênprêss”ê ragîhandîye, rêberî bi dîplomatan dikir cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan .
Ewana li Alavêrdîyê ji alîyê wezîrê Ermenîstanêyî serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma, Ginêl Sanosyan û midûrê xizmeta rizgarîyê ya wezîreta karên navxweyî ya Ermenîstanê, alîkarê wezîrê karên hundur Kamo Sûsûlyanyan ve hatin pêşwazîkirin.
Ginêl Sanosyan rewşa herêma karesatê bi berfirehî raberî dîplomatan kir. Wezîr zerarên mezin yên ji ber bobelata xwezayî gîhandîye herêmên Lorîyê û Tavûşê, raber kir.
Di şanda dîplomatandan bûn balyozê Çînistanêyî li Ermenîstanê Fan Yong, balyozê Çêxîyayêyî li Ermenîstanê Pêtr Pîrûnçîk, balyozê Gurcistanêyî li Ermenîstanê Gîorgî Saganêlîzê û endamên nûnertîyên din yên dîplomatîk.







