H’emû nûçeSereke

Yêrêvan Gastronomic Days: Ermenîstan asteke platformeke gastronomîkî ya cîhanîye

7-9 ê hezîranê  yekemîn fêstîvala mezin ya gastronomîyê, rojên gastronomîya Yêrêvanê  tê lidarxistin. Di civîna çapemenîyê de, axaftvan bi nûnertîya hevdamezrînerên “EventToura” Mêrî Badalyan, Nûnê Manûkyan, organîzatorên “Rojên Gastronomîya Yêrêvanê” û damezrîner-seroka komeleya aspêjên Ermenîstanê Arbî Qaraxanyan, hatin temsîlkirin.

Par di çarçoveya rojên şeraba Yêrêvanê de fêstîvaleke biçûk ya gastronomîyê hatibû lidarxistin. Tevî çavkanîyên kêm, bûyer di nav gel de eleqeyek mezin peyda kir, ku organîzatoran hişt ku îsal formatê berfireh bikin. Sala 2024 a de, fêstîval dê çar beşan pêk bîne: rojên xwaringehê bi beşdarîya derdora 70 xwaringehan ku balê dikişînin ser şêf, dersên mastêr û pêşandanên gastronomî.

“Beşeke din ya girîng ya vê tevaya bûyerê pêşbirka şêfên ciwan e bi hevkarîya komeleya şêfên cîhanê re, ku dê rê bide me ku em fam bikin ka divê em bi şêfên navneteweyî re bi çi rengî têkevin têkilîyê, û her weha derfetê bide şefên ciwan yên Ermenîstanê ji bo beşdarî projeyek yekta bibe, jyûrîyek ji pênc welatan bi serokatîya endaman hatîye vexwendin”,- Mêrî Badalyanyê gotîye.

“Şefên hatine vexwendin wê xwarinên xwe yên netewî ji berhemên Ermenîstanê amade bikin. Ev dikare hem ji bo şêf û hem jî ji bo hemî mêvanan bibe ezmûneke bêhempa, yên ku dê karibin xwarinên navneteweyî di guhertoyek nû de biceribînin”,- Nûnê Manûkyanê gotîye.

Fêstîvala “Rojên gastronomî yên Yêrêvanê” di geşepêdana aborîya Ermenîstanê û sêktora xizmetgûzarîyê de jî roleke girîng dilîze. Axaftvanan tekez kirin ku fêstîval dê bibe alîkar ku şarezayên karsazîyê û kalîteya kar û barê xerîdar baştir bibe. Ev ji bo kişandina geştyaran û veberhêneran gavek girîng e.

Arbî Karaxanî di çarçoveya festîvalê de balê dikişîne ser girîngiya hişyariya hawirdorê û li ber çavan digire ku îro yek ji pirsgirêkên gerdûnî ku mixabin li Ermenîstanê pir eşkere ye, bi avêtina bermayîyên xwarinê ve girêdayî ye. “Ev alî di heman demê de di pêşbaziya aşpêjvanan de cîh digire, ku yên ku dê bi baldarî proseya vezîvirandina çopê bişopînin dê xalek zêde bistînin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button