Seredana wî cûreyî têra nehatine dîtinê: Nazêlî Baxdasaryanê bersiva wan behsa daye, bi kîjana gotibûn wekî serokwezîr li Bekûyê biqeside

Berdevka serokwezîrê Ermenîstanê Nazêlî Baxdasaryanê ew nivîsara sîyasîzanê azêrî, Ahmed Şarîoglû înkar kirîye, bi kîjanê hatibû gotinê ku serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê meha mijdarê li Bekûyê biqeside û li wir beşdarî civîna COP29 bibe.
Nazêlî Baxdasaryanê bersiva nivîsara sîyasîzanê azêrî daye, dema ku ewê bersiva pirsa “Armênprêss” ê daye.
“Sîyasîzanê azêrî mîkrobloga xweye X ê da gotîye, ku Nîkol Paşînyanê serokwezîr wê li Bekûyê beşdarî forûma COP29 bibe.Gelo rojeva serokwezîr hatîye îzbatkirinê û ewê li Bekûyê beşdarî konfêransa navneteweyî bibe”,- “Armênprêss” ê pirsîye.
“Pispor femdarîya xweye sûbyêktîv daye kifşê, ya ku rojeva Paşînyanê serokwezîrva girêdayî nîne. Nava rojeva Paşînyanê serokwezîrda, seredana wî cûreyî têra nehatîye dîtinê”,-berdevka serokwezîr gotîye.







