Elametî: Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Fransîya piştgirîyê didine îzbatbûna aşîtîya li Kafkasîya Başûr

Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Fransîya piştgirîyê didine îzbatbûna aşîtîya li Kafkasîya Başûr.Derheqa wê yekêda nava wê elametîyêda hatîye dîyarkirinê, ya ku piştî hevdîtina serokên Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Fransîyayê hatîye qebûlkirinê.
“Dewletên Yekbûyî û Fransîya careke mayîn îzbat dikin ku ew piştgirîyê didine cedandinên cimeta Gurcistanê, ya ku berbi Rojavayê dicedîne.Seroka bangî partîya Gurcistanêye desthilatdar kirine ku qedirê xwestinên civakê bigrin û paşda vegerine ser rîya avroatlantîyê.
Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Fransîya piştgirîyê didine îzbatbûna aşîtîya li Kafkasîya Başûr, ya li ser birngeha mafê navneteweyî û serbixwetîyê, usa jî prînsîpên yekîtîya têrîtorîya”,- nava elametîya Co Baydên û Êmanûêl Makronda hatîye gotinê.







