H’emû nûçeSereke
Wezîreta Îranêye karên qayîlîya xwe ya li ser vekirina konsûlxaneya Ermenîstanê li Tavrîzê bi bîr xist

Îranê û Ermenîstanê ji bo vekirina konsûlxaneyên xwe yên sereke yên li Tavrîzê û Kapanê bi hev re peyman îmze kirin. Li gorî ajansa IRNA ê ya îranî, derheqa wê yekêda sêkrêtarê çapemenîyê yê wezîreta Îranêye karên der Nasîr Kênanî ragîhandîye.
Ewî gotîye, wekî konsûlxaneya giştî ya Îranê di serdana wezîrê derve yê berê yê Îranê Amîrabdollahîan bo Ermenîstanê, bi fermî hat vekirin.
“Serdana Emîrabdollahîyan ya li Ermenîstanê, peymana Îranê ya li ser vekirina dualî ya konsûlxaneya Ermenîstanê ya li Tavrîzê ji rayedarên Ermenîstanê re hat raberkirin”,-Nasîr Kênanî daye kifşê.







