H’emû nûçeSereke
Gulana sala îsalinda 167,049 tûrîst hatine Ermenîstanê: ev yek li gorî rêjeya par bi qasî 9 hezarî kêmtir e

Gulana sala 2024 a de 167,049 tûrîst serdana Ermenîstanê kirine. Ev ji alîyê komîtêya tûrîzmê ya Ermenîstanêva ji News.am re hate ragîhandin. Li gorî heman meha sala borî, hejmara geştîyaran kêm bûye, lê li gorî sala 2022 a jî zêde bûye.
“Gulana sala 2023 a de 176 384 tûrîst serdana Ermenîstanê kirin, lê gulana sala 2022 a de jî 116 495″, di peyamê de hatîye gotin. Meha borî herî zêde serdana tûrîstan li Ermenîstanê ji Rûsyayê (42 selef), Gurcistanê (14 selef) û Îranê (7 selef) hatine tomar kirin.







