Ji alîyê tirkada me gavên bona vekirina sînor nedîtine: Rûbînyan

Ermenîstan hêvîdare wekî Tirkîyayê pevketina destanî mîyaserke, bi kîjanê welatîyên welatên sêem û yên bi pasportên dîplomatî dikarin sînorra derbazbin. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Rûbên Rûbînyan gotîye rojnamevana.
“Ji alîyê ermenîda xebatên hemû sîstêma hatine kirinê, dergehê sînor bona pêvajoyê amadeye.Ji alîyê tirkada me hê gavên bona mîyaserkirina pevketinê nedîtine, lê em hêvîdarin wekî ev pevketin wê mîyaserbe”,- Rûbînyan gotîye.
Ewî bîr anîye wekî tevî wekîlê Tirkîyayê Serdar Kiliç pevketina bona hevdîtinê heye, lê derheqa wedê hevdîtinêda hê pevneketine.
Çawa bersivav wê pirsê, ku ew yek dikare wê pirsêva girêdayîbe, ku Tirkîya dide paşdaêxistinê û qewilên nû bona normalbûna pêwandîyên ermenîya-tirka pêşda dikişîne, Rûbînyan gotîye,wekî derheqa wê yekêda ew naxweze şirovekirinê bide.







