H’emû nûçeSereke

Qezîya têrorîzmê heye ku li Ermenîstanê kaosê çêbike: Lîlît Dallakyan

Bagrat  Galstanyan yê ku daxwaza îstîfaya Nîkol Paşînyan kir, ji bo dawî li têkoşîna ku dest pê kirîye, îro gel vexwend kolana Bagramyan. Wexta ku ji rayedaran re hatibû dayîn îro qedîya û piştî wê çi dibe bila bibe, wî parantez venekir.

Serokwezîr ji bo bersiva pirsan li  parlamêntê bû. Xwepêşandêran ji bo rê li ber Paşînyan bigirin ji bo ku ji avahîyê parlamêntê dernekeve, xwestin kolana Dêmîrçyan derbaz bikin, lê di encama çalakîya polîsan de ev yek pêk nehat.

Gelo ev rojeva opozîsyonê ku li nêzîkî avahîyê parlamêntê kon vedane, ji bo kombûna  parlamêntê bi rojeva îstîfakirina hukumetê û avakirina hukumeta nû, çiqas pêkan e?

Sîyasetzan Lîlît Dallakyan di axaftina xwe ya li gel Factor TV de îdîa dike ku ev ji bo muxalefetê pirsgirêkeke ku nayê çareserkirin. Lê belê xetereya çêkirina nakokî û bêîstîkrarîyê dibîne.

 “Metirsîya têrorê heye ku li Ermenîstanê alozî çêbibe, gel bêje Paşînyan nikare desthilatdarîyê bike û hêrsa li dijî wî derkeve. Paşînyan sûcdar e ku fînansorên vê tevgerê ceza nake, ew diz in ku divê di girtîgehê de bin. Heger Paşînyan biguhere, Galstanyan bê û bêje ez sînordarkirinê disekinim, ev dê bibe sedema şer. Elîyêv wê êrîş bike. Çekên me hene, em amade ne?”

Pispora sîyasî herwiha berjewendîya Rûsyayê di berdewamîya kêşeya Ermenîstanê û Adirbêcanê de û rewşa şer ji bo dirêjkirina nakokîyan dibîne, ku wê bihêle li herêmê bimîne. Di vê wateyê de Dallakyan pêwîstî bi gavên tolhildanê yên hukumeta Ermenîstanê dibîne.

 “Pêwîste Paşînyan sîyaseta Pûtîn ya li dijî Ermenîstanê eşkere bike û bi eşkereyî bêje ku Rûsyayê Adirbêcanê provoke kir ku li dijî me bi çekan şer bike. Paqijîya etnîkî li ber çavên Rûsîyayê pêk hat. Dema ev hemû bên gotin wê hêzên alîgirên Rûsîyayê ji qada sîyasî derbikevin. Eger Paşînyan xwe nêzîkî Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî neke, dewleta  Ermenîstanê wê têk biçe. Divê em berdewam nebin di bin bandora Fêdêrasîyona Rûsyayê de û ji hêrsbûna rûsan netirsin”,- sîyasîzanê daye kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button