H’emû nûçeSereke

Nava halê dew û doza Qerebaxêda Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv ew alîyên zeyîf da kifşê, yên ku anegorî wê sîstêmê bûn:Trênîn

Nava halê dew û doza Qerebaxêda Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv ew alîyên zeyîf daye kifşê, yên ku anegorî wê sîstêmê bûn, kîjan  wededa bona kara heyîna wê sîstêmê qulix dikirin, lê wextê hal sert bû, ew bi wan alyava hate kifşê.Derheqa wê yekêda serokê înstîtûta êkonomîzanîya leşkerî û ya stratêjîyê Dmîtrî Trênîn gotîye.

Ewî serd zêde kirîye wekî Rûsîya fikirdarîya xwe nava dorana Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda nade borcdarkirinê.

Bi gotina wî, welatên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv nava pirsa Ûkraînayêda hindava Rûsîyayê tabîya nêytral digrin: “Ji welatên organîzeyê tu yek, nava wanda Bêlarûs, heyîna Qirîmêye nava teşkîla Rûsîyayêda nas nekirîye.Ew yek li Rûsîyayê xweş nayê, lê Rûsîya jî wê yekê borcdar nake”,-Trênîn gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê,wekî gelek meriv Organîzya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv yan çawa mesela peymana Varşavayê qebûl dikin, yan jî çawa bersiva NATO ê, lê bi rastî ew organîze gelekî baş nehatîye lêkolînkirinê.

“Ew yekîtî nîne, ne jî tifaqe, lê yekbûna leşkerî-sîyasîye, ya ku bi protokolên gelek pirsa hatîye sazkirinê, kîjan zelalkirî nînin.Eva tiştekî baş bû, dema ku hewa baş bû, lê  dema ku hemû tişt xirab dibe, ew başî usa jî baş nabe.

Heger em bi rastî xeberdin, wî çaxî em dibînin wekî nava goveka leşkerî-sîyasîda tifaqdara Rûsîyayêye tek-tenê Bêlarûse, lê bi fermî hemû welatên organîzeyê çawa tifaqdar tên hesabê”,- pispor gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button