H’emû nûçeSereke

Serokwezîrê Ermenîstanê Paşînyan pêşnîyarî  Adirbêcanê dike ku bona teribandina rêjîma agirbestê  mêxanîzma lêpirsînêye dualî  saz bikin

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan pêşnîyarî  Adirbêcanê dike ku bona teribandina rêjîma agirbestê  mêxanîzma lêpirsînêye dualî  saz  bikin.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyan li Kapanê, wextê civîna partîya “Peymana sîvîl”, gotîye û derheqa wan elametîyên wezîreta Adirbêcanêye parastinêda xeberdaye, yên ku teribandina rêjîma agirbestêva girêdayîne.

“Van rojên dawî em dibînin, wekî wezîreta Adirbêcanêye parastinê elametîya belav dike û dibêje, wekî ji alîyê Ermenîstanêda teribandina rêjîma agirbestê diqewime û ji alîyê wezîreta meye parastinêda jî ew behs tên înkarkirinê.

Li vêderê du cûre tişt dikarin hebin, yan ew behs dikarin şedetîya du tişta bidin. Ji  alîkîva yan rêjîma agirbestê tê teribandinê, yan jî ji alîkî mayînva cêribandin tê kirinê, yan êskalasîyayê, yan jî fona êskalasîyayê sazkin. Nava herdu tiştada jî xwestina meye sîyasî tune. Min îdî got,wekî wezîreta Ermenîstanêye parastinê wan înformasîya înkar dike, lê ew yek  hewceye bê dîyarkirinê, her dem gerekê rastî bê zelalkirinê, lê ne ku bi yekalî. Ew yek gerekê bona civaka navneteweyî bê zelalkirinê.Fikireke xirab nîne ku mêxanîzma lêpirsîna teribandinên rêjîma agirbestê, ya tevî Adirbêcanê, bê sazkirinê.Ev yek dikare çawa pêşnîyar bê qebûklkirinê. Heger ji alîkîva rêjîma agirbestê tê teriandinê, wî çaxî cîhda mêxanîzma lêpirsîna tevayî dikare bê xebitandinê”,- Paşînyan gotîye.

Bi gotina wî, heger pevketina wî cûreyî hebe, dikarin mêxanîzma dualî sazkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button