Demeke nêzîk de li Yêrêvanê mala bazirganîya wê bê vekirin: Ermenîstan dixwaze navendeke bi vî rengî li Têhranê jî hebe

Demeke nêzîk de li Yêrêvanê mala bazirganîyê ya Îranê bê vekirin û ji bo avakirina navendeke ermenî ya bi vî rengî li Têhranê jî xebat didomin. Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, wezîrê aborîyê Gêvorg Papoyan di civîna çapemenîyê ya ku bi boneya 100 emîn roja wezîfeya xwe hat lidarxistin de ragîhand.
“Min behsa kargeha katodê sifir kir. Projeyên me yên din jî hene, ku ez niha behsa wan nakim, ji ber ku ew di bin gotûbêjên aktîv de ne, û di mijara santrala katodê de, jixwe pêvajoyeke me ya berbiçav heye. Bi dîtina min divê em bi vî awayî karibin paşeroja xwe zêde bikin.
Divê em li vir hilberînin û hinarde bikin. Her wiha di demeke nêz de wê li Yêrêvanê mala bazirganîyê ya Îranê bê vekirin. Îranî jî dixwazin li Tehranê mala bazirganîyê ya ermenîyan vekin. Niha em bi karsazîya xwe di vî warî de dixebitin. Divê berhemên ku ji bo îranîyan bi bihayê reqabetê û balkêş bin hebin. Di vî warî de, lêkolîna kûr jî hewce ye. Piştî ku ew lîsteya berhem û berjewendî pêk hat, ez wisa difikirim ku dewletên Ermenîstanê û Îranê xwedî wê îradeya sîyasî ne û em dikarin piştgirîyê bidin vekirina wê mala bazirganiyê”.
Wî her wiha got, Îran ku salên dirêje di bin dorpêçan de ye, karîye aborîya xwe bi awayekî pêş bixe ku ji ber çavkanîyên dewlemend yên madenê, bihayê gelek berhemên ku li wir têne hilberandin, pir kêm e. Di wê rewşê de, bi gotina wezîr, pir zehmet e ku bi berhemên standart bikeve nav bazara Îranê û li wir hevrikîyê bike. Li gorî Gêvorg Papoyan, Îran tenê bi wan berhemên ku li wir nayên hilberandin eleqedar e.







