Tê plankirin ku 130 mîlyard dram li Ermenîstanê bê învêstîsîyakirin û 1000 cîhê kar bê vekirinê: wezîrê aborîyê

Di sê mehên borî de 30 projeyên sermayeguzarîyê îmtîyaza mûafbûna ji baca gumrikê hat dayîn, tê plankirin ku bi giştî 130 mîlyard diraman sermayesazîyek bê cîbicîkirin û nêzîkî hezar kes jî kar bên vekirin. Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, wezîrê aborîyê Gevorg Papoyan di civîna çapemenîyê ya ku bi boneya 100 emîn roja wezîfeya xwe hat lidarxistin de ragihand.
“Me bernameyeke pêncsalî ji bo pêşxistina avakirina alavan û bernameya tedbîrên ji bo mîsogerkirina pêkanîna wê amade kirîye. Di sala 2028 a de em ê di warê çêkirina alavan de qebareya hilberînê bigihînin 70 mîlyard dram û ji wê 50 mîlyard bê hinardekirin.
Me bernameyeke pênc salan ji bo geşepêdana pîşesazîya zêr û almas amade kirîye, di encamê de tê plankirin ku qebareya berhemanîna berhemên zêrankerî bigihêje 150 mîlyard dram û pîşesazîya almasê jî bo 120 mîlyard dram, ji 80 selefê cildên navborî dê bên hinardekirin. Her wiha em plan dikin ku ji bo pêkanîna her projeyekê tenê 600-800 mîlyon dram xerc bikin.
Hukumetê plana avakirina navenda bazirganîya cîhanê li Yêrêvanê pejirand. Ji xwe peyman hatîye îmzekirin. Bi 212 mîlyon dolar razemenî tê plankirin, heta 10 hezar kar dê bên vekirin. Di wê bernameyê de, pişka wezîreta aborî ji 19 selef, “Haypost” 31 selef û kompanîya “Rênşîn” jî ji 50 selef para wan hebe.
Di heman demê de peymana ku di navbera “Albros” ya bazirganî-pîşesazî û wezîreta aborîyê de li ser damezrandina kargehek katodê sifir li Ermenîstanê hatî îmzekirin girîng e. Tê plankirin ku kargehek bi berhemdarîya salane ya 50 hezar ton hebe.
Bernameyên me yên din jî hene. Wek mînak projeya avakirina salona pêşangeh û navenda xizmetgûzarîyê ya Mercedes-Benzê ku învêstîsîya wê 3,5 mîlyar dram e, dê 100 kar bi navgînîya mûçeyê 600 hezar dram vebike”.







