H’emû nûçeSereke

Yekîtîya  Avropayê destê alîkarîyê dirêjî mexdûrên lehîyê yên li Ermenîstanê dike

Yekîtîya Avropayê 100 hezar yûro alîkarîya însanî dide gundên ku di encama lêhîya ku di meha gulanê de li herêmên Lorîyê û Tavûşê yên Ermenîstanê ji ber barana zêde rabûn zirar dîtine.

Wekî ku ji “Armênprêss”ê ji şandeya Yekîtîya Avropayê ya li Ermenîstanê hat ragîhandin, fonên Yekîtîya Avropayê ji bo piştgirîkirina Xaçê sor ya Ermenîstanê ji bo şandina pêdivîyên pir hewce, di nav de alîkarîya diravî û hewcedarîyên bingehîn tê veqetandin.

Alîkarîya mirovî tê armanc kirin ku bi tevahî 5,060 sûdmendên raste-rast sûd werbigirin, di nav de 2,500 kesên ku dê alîkarîya diravî werbigirin da ku hewcedarîyên xwe yên herî bilez çareser bikin û 2,760 kesên ku dê alîkarîya stargeh û av û paqijîyê werbigirin. Alîkarî ji bo malbatên ku malên wan, dexl, sewal û pêdivîyên xwarinê ji ber lehîyê wêran bûne tê kirin.

26 ê gulana sala 2024 a de ji ber barana zêde li ser axa Ermenîstanê barîna baranê ku li ser cîh hat tomarkirin gihîşt 100 mm, ku ji nişka ve çemên Dêbêd, Axstêv û Taşîr lehî rabû û bandora lehîyê li Lorîyê û herêmên Tavûşê.

Yekîtiya Avropayê bi rêya midûrîyeta giştî ya alîkarîya mirovî û parastina sîvîl ya komîsyona Avropî  her sal alîkarîya bi mîlyonan mexdûrên pevçûn û karesatan dike. Bi navenda xwe ya li Bryûsêlê û tora cîhanî ya ofîsên meydanî, Yekîtîya Avropayê ji bo peydakirina hewcedarîyên mirovahî alîkarîyê pêşkêşî mirovên herî xizan dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button