Mafê Ermenîstanêye serbixweye ku ew hevkarên ewlehkarîyê û parastinê hilbijêre: berdevkê Yekîtîya Avropayê

Berdevkê Yekîtîya Avropayê, yê pirsên sîyaseta der, Pîtêr Stano çawa bersiva gunehkarkirinên ji alîyê serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêvda, yên ser navê Fransîyayê û hevkarîya Ermenîstanê û Fransîyayêye leşkerîda gotîye, wekî dîroka Yekîtîya Avropayê dide kifşê, ku piştî dew û doza dirêj pêwîste ku aminaya di navbera welatada sebir hebe.
Çawa bersiva pirsa “Armênprêss” ê, Stano derheqa amadebûna Yekîtîya Avropayêda îzbat kirîye ku ewê piştgirîyê bidin pêvajoya aşîtîyê.
“Mafê Ermenîstanêye serbixweye ku ew hevkarên ewlehkarîyê û parastinê hilbijêre.Yekîtîya Avropayê piştgirîya nava pêvajoya normalkirina pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda berdewam dike û berbirî alîya dibe ku gavên qewîn bêne avîtinê, bona ku li herêmê bighîjine aşîtîya qewîn û wededirêj”,- berdevkê Yekîtîya Avropayê gotîye.







