Rûsîya hindava qewînbûna Ermenîstanê û pêwandîyên biratîyêye tevî wê hewaskare: Ovêrçûk

Cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk gotîye,wekî Moskva bi Ermenîstana qewîn, bi pêwandîyên kirîn-frotanêye baş û usa jî bi pêwandîyên biratîyê hewaskare.Derheqa wê yekêda ajansa TASS ê elam kirîye û xeberên cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê anîne ber çeva.
“Rûsîya bi Ermenîstana qewîn, bi pêwandîyên kirîn-frotanêye baş û usa jî bi pêwandîyên biratîyê hewaskare, dema ku qezîyayên rast pêşda tên, çawa ku nihaye, dema ku rîya hesinîye tek-tenê rûyê qezîyayên tebyetêda xirav bû, kîjanê Ermenîstan nava Gurcistanêra dinîya derva dida girêdanê, em bi birîyara serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn lez gihîştine wir û nava wedekî lezda rîya hesinî da dasekinandinê”,- Ovêrçûk gotîye.
Bi axaftina derheqa Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û Yekîtîya Avropayêda, Ovêrçûk gotîye,wekî wan sîstêma nikarin himberî hevdu bikin.
“Bêguman, bi axaftina derheqa Ermenîstanêda, ew yek wê şaşbe çawa ku dibêjin çevê xwe li ser wê yekê bigrin, wekî roja îroyîn Ermenîstan vêktora xweye sîyasî dizivrîne berbi Rojavayê.Em gerekê usa jî fem bikin wekî Yekîtîya Avropayê û Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bi hevra nikarin bişuxulin.Ew kara ku welatek ji nêzîkaya tevî Rûsîyayê distîne, gerekê çawa biha bê qebûlkirinê, kîjanê em bona kûraya ewlehkarî û stratêcîya xwe didin. Feqet, hatina hinek lîstikçîyên ji herêmê der wê encamên başqe bide”,- cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê gotîye.







