Rûsyayê Qerebaxa Çîya hildaye, vegerand Adirbêcanê û çû: bêyî destûra Rûsîyayê şerê çênebîya: sêkrêtarê konsêya ewlekarîyê

Rûsîya hat, Qerebaxa Çîya radestî Adirbêcanê kir û vegerîya Rûsyayê. Di foruma “APRI” ya bi sernavê “Avakirina pêşerojê” de sêkrêtarê konseya ewlekarîya Ermenîstanê, Armên Grîgoryan wextê axaftina bi rojnamevanan re, gotîye.
“Dema Ermenîstan bi temamî girêdayî bû Rûsyayêra, ma şer nebû? Werin em bidin zanîn ku ji ber vê rewşa heyî em di nava şer de ne. Me hewl da ku bi van guhertinan aramîyê pêk bînin û em piştrast in ku ev guhertin dê aramîyê bi xwe re bîne”,-ewî da kifşê û behsa guhertina vektora sîyasî ya der kir.
Grîgoryan îdîa kir ku Rûsyayê Qerebaxa Çîya hildaye. Dema ku em bi tevahî Rûsyayêva girêdayî bûn ev yek çêbû. Rûsîya hat, Qerebax ji destê me girt, vegerand Adirbêcanê, paşê vegerîya, ev rastî hemû ye. Ez îdîa dikim ku Rûsyayê Qerebax hilda”.







