H’emû nûçeSereke

Ermenîstan her dem welatê avropî bûye û pêşeroja Ermenîstanê nava Avropayêdane: serokê komîsîya Bûndêstagê, yê pirsên Yekîtîya Avropayê

“Ermenîstan her dem welatê avropî bûye û pêşeroja Ermenîstanê nava Avropayêdane”,- serokê komîsîya Bûndêstagê, yê pirsên Yekîtîya Avropayê Anton Hofraytêr wextê hevdîtina pêkhatî gotîye.Derheqa wê yekêda serokê fraksîya “Peymana sîvîl” Hayk Koncoryan rûpelê xweyî facebook ê da nivîsîye.

“Îro em li Bêrlînê rastî  serokê komîsîya Bûndêstagê, yê pirsên Yekîtîya Avropayê û endamên wê hatin.Me derheqa prêspêktîvên kûrbûna pêwandîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda gotûbêj kirine.

Me daye dîyarkirinê,wekî pêşketina Ermenîstanêye dêmokratîk gerekê teyax û ewlehkarîya Ermentstanê bide mezinkirinê. Me derheqa kûrkirina hevkarîya êkonomîkî û ênêrgêtîkî û bernamên pêşerojêda xeberda”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button