Bona Hindistanê cûrê herî baş ewe, ku rîya bakûr-başûr nava Ermenîstanêra, lê ne ku nava Adirbêcanêra derbazbe: Abhîno Pandya

Bona Hindistanê cûrê herî baş ewe, ku rîya bakûr-başûr nava Ermenîstanêra, lê ne ku nava Adirbêcanêra derbazbe.Derheqa wê yekêda serokê fonda Hindistanêye “Ûyasanas” ê, doktor Abhîno Pandya gotîye.
“Heger rîya bakûr-başûr nava Adirbêcanêra, yan jî nava nehîyên bin kontrola Tirkîyayêda derbazbe, pêşerojêda dikarin pirsgirêk bona me pêşda bên, çimkî pêwandîyên herdu welata jî tevî Pakîstanê hene, ya ku hetanî niha rîya meye berbi Avropayê û Rûsîyayê daye girtinê”,- ewî gotîye.
Bona Hindistanê bernama bakûr-başûr zêdetir ya bûyînê tê hesabê. Bi gotina Pandya halê gêopolîtîkî li herêma Kafkasîyayê jî dikare pirsgirêka pêşda bîne, lê ew yek nade kifşê, wekî wê bernamê nikarin mîyaserkin. Bi gotina Pandya, bona Ermenîstanê garantîya pêşda tê, ku progiramên Adirbêcanê û Tirkîyayêye li Syûnîkê bidine betalkirinê.







