Di navbera herêmên cuda yên Ermenîstan û Rûsîyayê de weguhêrîn bi 2,5 cara zêde bûye: balyozê Ermenîstanêyî li Rûsîyayê

Di nava du salan de, bi saya peymanên ku hatine kirin, bi 2,5 qat veguhêrîna bazirganîyê di navbera herêmên ferdî yên Ermenîstanê û Rûsyayê de zêde bûye û potênsîyala mezinbûnê hêj xilas nebûye. Li gorî TASS ê, balyozê kar û bar ê Ermenîstanê yê li Rûsyayê Vaxarşak Harûtyûnyan, di hevdîtina bi nûnerên civaka ermenî ya li Bêlgorodê re ragîhand.
“Bi zêdetirî 70 herêmên Fêdêrasîyona Rûsîyayê re peyman hatine îmzekirin. Ev jî bû sedem ku têkilîyên me bi herêmên Rûsîyayê re di vê astê de xurt bibin. Di van 2 salên dawî de dorhêla hilberê 2-2,5 carî zêde bûye, ev nîşanek cidî ye. Û ev ne temamîya potênsîyala ye, ne westîyaye”.
Harûtyûnyan destnîşan kir ku Ermenîstanê û Rûsyayê di warên cuda de zêdetirî 200 peymanên li ser asta fêdêralî hene ku tenê di van du salên dawî de nêzîkî 30 peyman hene.







