Ermenîstan wê ji Fransîyayê çekên dijfiroke, bomberan bikire: helbet baş e ku “Sêzar” bûye, çekeke nûjen ye: Vova Vardanov

Hêzên çekdar yên Ermenîstanê wê bi obûsên “Sêzar” yên fransî bên çekirin. Li gor mêdyaya “Fîgaro” yê, em behsa kirîna 36 sîstêman dikin, ku dê di heyama 15 mehên bê de bigîhîn Yêrêvanê. Fransîya di robotîk û otomasîyona leşkerî de roleke girîng heye.Têknolojîyên bi vî rengî şîyanên hêzên çekdar zêde dikin û astek bilind ya ewlehîyê peyda dikin. Fransîya gelek caran bi welatên cuda re peymanên mezin îmze dike. Mînak, firotina balafirên şer yên Rafalê ji Hindistanê re, ku peymaneke mezin e û bingehên hevkarîyên demdirêj hene. Ermenîstan jî wesayîtên zirxî yên “Bastiyon” werdigire. Alîkarê serokê sererkanîya giştî ya hêzên çekdar yên herî dawî ji Factor TV re got ku mamoste dê werin wan fêrî behreyên ku di şer de bikar bînin. Serokê rêxistina “Hunerê Tendurist Bimînin” Vova Vardanov di axaftina xwe ya bi Factor TV re got:
“Sêzar” ya fransî çekeke cidî ye û bi dirêjahîya 60 km ye û ji çeka Hindistanê bi kalîtêtir e, topxane di şer de girîng e, di enîya şer de dişkîne. Fransîya di nav sê hilberînerên sereke yên çekan de ye, çekên giran û nûjen hildiberîne, xwedî pîşesazîyek leşkerî ya bihêz e. Ermenîstan dikare pergalên firokeyan û her weha pergalên dijî mûşekan ji bo xistina balafirên şer yên dijmin bigire. Em ê çekên kujer ji Fransîayê bistînin”.
Alîkarê serokê sererkanîya giştî ya hêzên çekdar yên Komara Ermenîstanê jî dîyar kir ku Komara Ermenîstanê bi piştgiriya Dewletên Yekbûyî û Fransîyayê dest bi pêvajoya veguherîna artêşê kirîye. Ew ê şêwirmendên ku dê di wezîreta parastinê ya Ermenîstanê de bixebitin jî destnîşan bikin. Fransîya li ser asta taktîkî ye: çîya, hêzên taybet. Înstîtûa rêvebirîya ewlekarîyê ya ji Dewletên Yekbûyî ji bo veguherîna ewlehîyê alîkarîyê dike. Alîkarê serokerkanê giştî yê hêzên çekdar destnîşan kir: “Pirsgirêka sereke ya rêforman ew e ku çawa li hember cînarên êrîşkar û êrîşên cînaranan rû bi rû bimînin, li gorî ku em ji welatên dost dûr in”. Divê hêzên çekdar yên Ermenîstanê karibin opêrasîyonên leşkerî yên manevrayan birêxistin bikin, ku dê li ser avahîyên endezyarî yên zexm bê girêdan, dê ji hêla beşên weha ve bêne kirin ku dê bibin xwedîyê hêza agir, xweserî û azadîya çalakîyê”,-ewî daye kifşê.







