Rûsîya dixweze li ser rîya korîdora “Bakûr-Başûr” dergehê sînorê tevî Ermenîstanê hebe

Dergehê sînorê rûsa-gurcaye “Larsa jorin” dikare bikeve nava rîya transportêye navneteweyî, ya “Bakûr-Başûr”.Derheqa wê yekêda ajansa TASS ê ragîhandîye û daye dîyarkirinê,wekî ew gotinên serokê Osîya Bakûr Mênyaylone.
Bi gotina serokê Osîya Bakûr, yekîtîya senayîçî û bîznêsmêna li Vladîkavkazê hevdîtin pêk anîne, wextê kîjanê ew mecal hatîye gotûbêjkirinê. Serokê organîzeyê Alêksandr Şoxîn gotîye,wekî çiqlê cîguhastinên baraye bi “Larsa jorin” wê bikeve nava korîdora Bakûr-Başûr û wê bibe rêyeke tam.
“Nava qewilên sanksîyada pirsgirêkên Rûsîyayê nava pirsên locîstîkîda hene.Nava qewilên nihada rîya Bakûr-Başûr zêdetir girîng dibe.Hukumata Rûsîyayê bi aktîvî bona berfirehkirina wê yekê dixebite”,- Mênyaylon gotîye.
“Larsa jorin” bona Gurcistanê, Ermenîstanê û welatên Rojhitlatêye mayîn, rîya tek-tenêye ku Rûsîyayêva dide girêdanê.







