H’emû nûçeSereke

Zêlênskî elam kirîye wekî di navibera Ûkraînayê û Rûsîyayêda Dewletên Yekbûyî, Çînistan, Yekîtîya Avropayê dikarin bibine navçîgar, lê ne ku Macaristan

Serokê Ûkraînayê Vladîmîr Zêlênskî nafireke, wekî serokê hukumata Macaristanê Vîktor Orban dikare bibe navçîgarê di navbera Ûkraînayê û Rûsîyayêda. Derheqa wê yekêda ewî li Varşavayê gotîye.

Zêlênskî gotîye,wekî ewî derheqa planên seredana Vîktor Orbane li Moskvayê nizanibûye.

“Çi ku derheqa Orbanê serokwezîrdane, ew li Kîêvê bû, lê piştî wê yekê çûbû Moskvayê. Min nizanibû ku ew diçe Moskvayê”,- serokê Ûkraînayê gotîye.

Bi axaftina derheqa wê yekêda, ku gelo serokwezîrê Macaristanê di navbera Ûkraînayê û Rûsîyayêda dikare bibe naçîgar, ewî gotîye wekî tenê tifaqên qewat dikarin wê yekê bikin, yên ku bikaribin Rûsîyayê mecbûrkin ku vî şerî bidine sekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button