H’emû nûçeSereke
Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî ji bo pêşxistina parastina daneyên kesane yên welatîyan 2,4 mîlyon dolar wê bide Ermenîstane

Samanta Paûêr, rêvebira ajansa pêşkeftina navdewletî ya amêrîkî, 2,4 mîlyon dolar fînanse kir, ku wê alîkarîya pêşxistina parastina daneyên kesane yên welatîyan bike. Li gorî “Armênpress”ê, Samanta Paûêr di civîneke çapemenîyê de ragîhand.
“Di vê gavê de, ez 2,4 mîlyon dolarên din ji darayî radigihînim, ku wê alîkarîya bihêzkirina çarçoveya yasayî bike, da ku têknolojîyek bi vî rengî pêş bikeve ku daneyên kesane yên welatîyan bê parastin, û mafên mirovî yên welatîyan bê garantî kirin”,-ewê elam kirîye.







