H’emû nûçeSereke

Eva tiştekî neraste dema ku du welat hewl didin axê ji welatekî din bistînin bona ku rasterast pêwandîyek di navbera wanda çê bibe: Pêtrosyan

Van dawîya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, Çînistan û Yektîya Avropayê jî hewaskarîya xwe hindava pirsgirêka korîdora Zengêzûrê didine kivşê. Li hemberî vê çalakiya ku tê dîtin, Tirkîya û Adirbêcan dibêjine Ermenîstanê ku bidine lezêxistinê, korîdorê bidin, eger emê pirsgirêkê bi rengekî din çareser bikin û hûnê dîsa ji hemû projeyên binesazîya cîhanî der bimînin. Li ser vê yekê  pisporê pirsên herêmê Armên Pogosyan ji News.am ê re axivîye.

Ewî gotîye: “Bi dîtina min niha em li wê herêmê ne û alîyê Tirkiyayê careke din çawa piştgrîya  hindava Adirbêcanê, mijara vekirina korîdora Zengezûrê wek pêşmerceke vekirî destnîşan dike.”

Çawa bersiva pirsa derheqa helwesta Ermenîstanê ya di vê mijarêda çi ye, Armên Pêtrosyan wiha gotye:

“Rayedarên Ermenîstanê gelek caran diyar kirine ku korîdora nava axa Ermenîstanêra û bin kontrola ji der tiştê bûyînê nîne. Danûstandinên li ser lawazkirina prînsîpên veguhêz pêwîste, lê prînsîpa kontrolkirina ji der tiştê bûyînê nîne. Ev der axa Ermenîstanê ye û dema ku du welat hewl didin axa welatekî din bigrin bona ku rasterast pêwandîyek di navbera wanda çê bibe, ev yek “pevçûneke” herêmî ye. Divê gerekê qedirê yekparçeyîya axa Komara Ermenîstanê bigirin”.

Li ser pirsa gelo Rojava piştgirîya wan her du welatan nake yan na, Armên Pêtrosyan ev bersiv da.

“Min nedîtiye ku Rojava piştgirya wê yekê bike, dibêjin erê, başe ku ew danûstandin çêbibin. Feydayê Rojavayê hinekî cudaye û ew ji bo Rojavayê girînge, ew rîya korîdora navîne, ku di rastiyêda wê bibe altêrnatîvek ji bo axa Rûsyayê, ji ber ku dibe zûtirekê şere li  Ukraînayê raweste û ji bo Rojavayê pir girînge ku ew ji Rûsyayê der bibe rêyeke cuda.

Nenihêrî wê yekê ku şerê Ukraînayê wê çawa bi dawî bibe, Rûsîayê ji bo wan çawa konkûrênt bimîne û di van 2,5 salanda Rûsîya di ware êkonomîda qelis kirin. Niha pêwîstiya wan bi wan rêyan heye ku derbazî Rûsyayê nebin”.

Li gorî pispor, ji bilî vê, di korîdora navînda çend welatên herêma Sovyêta berê  dikevine nava wê û di wê rewşêda ev welat jî ji bandora Rûsîyayê derdikevin. Û Rojava jî li ser vê yekê kar dike û li ser du şertên giring: ya yekem ewe ku bi tu awayî derbazî nav axa Îranê nebe û serwêrî û yekparçeyîya axa wan dewletan bi tu awayî neyê binpêkirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button