Pêşkêşkirina kataloga duzimanî “Sînêmaya Ermenîstanê 1924-2023”: berhema 100 salî ya sînêmaya Ermenîstanê di pirtûkekê de

Festîvala fîlman ya navneteweyî ya Yêrêvanê ya bi navê “Zerdela zêrîn” de pêşkêşkirina kataloga duzimanî ya “Sînêmaya Ermenîstanê 1924-2023” pêk hat.
Wezîreta perwerdê û zanistîyê agahîyê dide News.am ê ku katalog bi piştgirîya wezîreta perwerdê, zanistîyê, çandê û sportê ya Komara Ermenîstanê di çarçoveya çalakîyên salvegera “Sînêmaya ermenî-100” de hat weşandin. Amadekar komeleya sînemager û rojnamegerên fîlman ya Ermenîstanê ye.
Belavok wêneyek temam ya berhema 100 salî ya sînêmaya Ermenîstanê di pirtûkekê de raber dike, di nav de agahdarîya berfireh li ser fîlmên dirêj, belgefîlm û anîmasîyon yên ku li Ermenîstanê yan jî bi Ermenîstanê re hevbeş hatine hilberandin.
Çavkanîya katalogê agahîyên ku navenda fîlman ya neteweyî ya Ermenîstanê, stûdyoya belgefîlman “Hayk”, têlevîzîyona giştî û her wiha hilberînerên serbixwe yên ermenî û stûdyoyên sînemayê dane.
Fîlm li gorî cûreyê (dirêj, belgefîlm, anîmasîyon) û sala hilberînê li gorî rêza alfabêtîk têne kom kirin. Di katalogê de ev agahî di derbarê fîlman de hene: sernav, stûdyoya hilberînê, celeb (di sernavê beşê de hatî destnîşan kirin), celeb (heke ji hêla hilberîner ve hatî destnîşan kirin), dirêjahîya di hûrdeman de, dîmen (ji bo fîlimên kaset) û hejmarek agahdarîya têknîkî ya, her wiha kompozîsyon, navên lîstikvan û rolên wan û kurte şiroveyek li ser naverokê. Di katalogê de navnîşek alfabetîk ya sernavên fîlman jî heye.
Çapa yekem ya sê zimanî (ermenî-îngilîzî-rûsî) ya kataloga “Sînemaya Ermenîstanê” di sala 2000 de bi însîyatîva komeleya sînemager û rojnamegerên fîlman yên Ermenîstanê hatîye çapkirin û di navbera salên 1924-1999 de hatîye weşandin. Çapa duyemîn ya kataloga “Sînêmaya Ermenîstanê” ku di sala 2009 a de bi piştgiriya fonda pêşxistina sînemaya “Zerdela zêrîn” û wezîreta çandê ya Komara Ermenîstanê hat weşandin, bi salên 2000-2008 an hat temamkirin.Ev çapa duzimanî ya nû û nûkirî (ermenî-îngilîzî) di nav salên 1924-2022 an de agahiyên berfirehtir dihewîne.







