Posta Rûsîyayê cêribandina têsta şandina kargoyê bo Ermenîstanê kir

Posta Rûsîyayê, bi hevkarîya yek ji mezintirîn bazarên (bazara serhêl), veguhestina bêjayî ya postayê di nav axa Osêtîya Bakûr ber bi Ermenîstanê ve cêriband.
Li gorî “Armênprêss”ê, derheqa wê yekêda TASS radigihîne, daxuyanîya cîgirê serokê şirketa dewletê Alan Kozonov ku di forûma veberhênanê ya Kafkasîyayê de hatin kirin.
Li gorî Kozonov, posta Rûsîyayê pêşbînî dike ku di demek nêzîk de veguhestina asayî ya kelûpelan ji bo welatên Kafkasîya Başûr bê damezrandin.
“Çend hevte berê, di çarçoveya hevkarîyê de bi yek ji mezintirîn bazarên xwe re, me veguhestineke cêribandinê ya şandina posta û kargo ji bo Komara Ermenîstanê pêk anî. Em behsa veguheztina bi rêya xala gumrika Larsa Jorîn dikin” ,-ewî gotîye, nexwest eşkere bike ka em behsa kîjan bazarê dikin.
Niha kar bo jinavbirina astengên di pirojeyê de tê kirin.
“Em li bendê ne ku di demeke nêz de derbazbûna di nav axa Osêtîya Bakûr ji bo komarên Kafkasîya Başûr bibe rêyek asayî”,- Alan Kozonov gotîye.







