Syûnîk nava karê ewlehkarî û kirîn-frotana di navbera Ermenîstanê û Îranêda rola girîng dilîze: Mehdî Sobhanî

Baylozê Îranêyî li Ermenîstanê Mehdî Sobhanî wextê hevpevyvîna tevî ajansa îranîye SNN ê rola qeza Ermenîstanêye Syûnîkê, ya nava pêwandîyên di navbera herdu welatada girîng hesab kirîye.
“Ermenîstana başûr çawa herêma strêtacî rola girîng nava karê ewlehkarî û kirîn-frotana di navbera Îranê û Ermenîstîanêda dilîze”,-bayloz gotîye.
Bi axaftina derheqa konsûlxana Îranêye li Kapanê, ewî gotîye:
“Vê konsûlxanê pêwandîyên li ser sînor daye milahîmkirinê û cîhda pirsgirêka hel dike”.
Bi gotina wî, beşdarbûna merivaye nava karê hilbijartinên li Îranê, konsûlxana Îranêye li Kapanê xebateke baş kirîye. Bi gotina Sobhanî, şofêrên îranîye li Kapanê karibûne beşdarî hilbijartinabin û ew yek dide kifşê, wekî konsûlxane nava karê îranîyên li Ermenîstanê rola girîng dilîze.Xêncî wê yekê konsûlxane dersên farisî nava cimeta cîh û bona xebatkarên gumrikê teşkîl dike.







