Adirbêcanê Ermenîstan vexwendîye COP29 ku li Bekûyê bê lidarxistin:Hecîyêv

Alîkarê serokkomarê Adirbêcanê Hîkmêt Hecîyêv roja yekşemê ragîhand ku Adirbêcanê Ermenîstan vexwendîye civîna avhewayê ya COP29.
“Vexwendname li hember pêvajoya aşîtîyê hatîye şandin, ku armanca wê ew e ku dawî li nakokîya bi dehan salan ya di navbera Bekûyê û Yêrêvanê de bîne, ku di navbera wan de hîn tu têkilîyên fermî yên dîplomatîk tunene”,- Hecîyêv gotîye.
“Mûxtar Babayêv (serokê COP29) ji wezîrê Ermenîstanêyî karên der re nameyek şandîye. Me dawetnameyeke fermî şandîye”,-Hecîyêv elam kirîye.
Rûniştina 29 emîn ya konferansa partîyên peymana çarçove ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser guhertina avhewayê (“COP29”) dê mijdara sala 2024 a li Adirbêcanê bê lidarxistin.
Meha hezîranê de berdevka çapemenîyê yê serokwezîrîyê li ser gotegotên der barê çûyîna Nîkol Paşînyan bo Bekûyê û beşdarbûna forûma COP29 ê de gotibû ku di rojeva kar ya serokwezîrtîyê de serdaneke bi vî rengî nayê plankirin.







