Di derbarê mafên hûrgelên netewî de, dewlet xwedî erkên erênî yên taybet e: Anahît Manasyan

19 ê tîrmehê, rûniştina asayî ya encûmena giştî ya li ser parastin û pêşxistina mafên kesên kêmarên netewî yên di bin banê berevanîya mafên mirovan de hat lidarxistin.
Di rûniştinê de pêşnûmeya qanûna “Kêmarên netewî” hat nîqaşkirin, çavdêrîyên parastinê yên mafên mirovan yên der barê pêşnûmeyê de hatin nîqaşkirin û xalên bi pirsgirêk hatin nirxandin.
Parêzvanê mafên mirovan Anahît Manasyanê bal kişand ser pejirandina vê projeyê ji alîyê parastina rast û bilindkirina mafên hûrgelên netewî.
“Divê ev qanûn ne xwedîyê cewherê xwe yê ragîhandinê be, ji bo kesên ku mensûbên hûrgelên netewî ne, îmkanên rast dîyar bike. Pir girîng e ku bê zanîn ku pejirandina vê qanûnê dihêle ku bi zelalî li ser erka dewletê bê tekez kirin, ji ber ku dewlet di warê mafên hûrgelên neteweyî de xwedî erkên erênî yên taybetî ye, di nav de garantîkirin û pêşvebirina parastina
Di civînê de endamên encûmenê têbînî û pêşnîyarên xwe yên derbarê projeyê de raber kirin. Di dawîya çalakîyê de Anahît Manasyanê spasîya nîqaşên bibandor kir û destnîşan kir ku mijarên ku hatine rojevê dê bi kurtî bên berhevkirin û raberîî rayedarên şareza bên kirin.







