Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Mîrzoyan li Londonê pirsên sîyasîya Ermenîstanêye der raber kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li Londonê beşdarî gotûbêjkirina doranên pisporaye li înstîtûta lêkolînên Brîtanîya Mezin bûye.
Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine, wekî nava axaftina xweda Mîrzoyanê wezîr rojeva werguhastinên hukumata Ermenîstanê raber kirîye.
Hatîye dîyarkirinê,wekî xeberdan derheqa dîyaloga di navbera Ermenîstanê û Brîtanîya Mezinda çûye û derheqa hevkarîya anegorî dîyaloga stratêcî hatîye dîyarkirinê.
Hatîye gotinê,wekî wezîrê Ermenîstanêyî karên der derheqa halê ewlehkarîya niha û pêwandîyên tevî cînara xeberdaye. Nava hemtêksta pêvajoya helkirina pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, Ararat Mîrzoyan derheqa girîngîya lez morkirina peymana aşîtîyêda gotîye. Ewî usa jî projeya hukumatêye “Xaçerêya aşîtîyê” raber kirîye.
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der usa jî bersiva pirsên hazira daye.







