Şêwirmendê sîyasî yê amerîkî bi niyaz e ku di mehên pêş de dest bi şêwirmendiya piştevaniya li wezîreta berevaniyê bike: sifaret

Şêwirmendê sivîl ê wezîreta der ya Amerîkayê bi niyaz ê ku di mehên pêş de dest bi piştgiriya şêwirmendiyê bike, balyozxaneya amerîkî ji “Azadî” re di bersiva vê pirsê de ku tam nûnerê amerîkî wê kengê di wezîreta parastinê ya Ermenistanê de dest bi kar bike.
Çend roj berê di hevpeyvînekê de ligel “Hetk”ê, cîgira wezîrê derve yê Amerîkayê Azra Zeya gotibû ku nûnera artêşa Amerîkayê dê di wezîreta berevaniya Ermenistanê de kar bike.
Balyozxaneyê eşkere kir ku şêwirmendê bernameya reforma parastina Gerdûnî ji hêla artêşa amerîkî yan wezîreta parastinê ve nayê fînanse kirin. Fînanse ji aliyê wezîreta karên derve ve tê dayîn û şêwirmend dê ji bo bihêzkirina saziyên parastinê yên Ermenîstanê piştgirî bike.
“Bernameya reforma parastina Gerdûnî ya wezîreta derve ya Dewletên Yekbûyî piştgirî dide dewletên hevkar li çaraliyê cîhanê di avakirina saziyên ewlehiyê yên berxwedêr, bi bandor û berpirsiyartir de, û piştgirîya şêwirmendiyê ya asta stratejîk peyda dike”,- balyozxaneya amerîkî li Ermenîstanê gotîye.
Şêwirmend dê tam li ku derê be, li wezîreta parastinê? Li gorî balyozxaneyê, şêwirmend dê li Ermenistanê bixebite û “têkiliyên xebatê yên birêkûpêk bi balyozxane û wezîreta parastinê re hebe”.
Di bersiva nivîskî ya balyozxaneyê de hatîye gotin: “Amerîka bi piştgiriya şêwirmendiyê dixwaze piştgiriya Ermenîstanê bike ji bo pêşdebirina rêveberiya sektora ewlehiyê, ev jî dê bibe alîkar ku têkiliyên ermenîya-amerîkîya xurt bibin”.







