H’emû nûçeSereke

Pêşnyarên me, yên bona sazkirina mêxanîzmên kontrolkirina bûyarên li ser sînor û sîliha dîsa mane: Ararat Mîrzoyan

Wextê hevdîtina 29 ê tîrmehê, ya wezîrên Ermenîstanê û Qibrisêye karên der, bûyarên herêmî û halê dora herdu welata hatine gotûbêjkirinê.

“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wextê prêss-konfêranêsa tevî wezîrê Qibrisêyî karên der gotîye.

“Li ber çevaye wekî hevkarî û dostîya me zêdetir qewîn bûye û nava wê yekêda pêwîstîya  altkirina pirsên tomerî heye.Me bi hevra hevkarî kirîye û emê ewqas wext bi hevra hevkarîyê bikin, çimkî hê pirsgirêk hene, nava wanda yên hûmanîtarî, yên ku rûyê dijwarîya û dew û dozada pêşda hatine.Em wê alîkarîyê bilind qîmet dikin, ya ku Qibrisê bona ermenîyên ji Qerebaxê derxistî daye”,- wezîrê Ermenîstanêyî karên der gotîye.

Mîrzoyan serda zêde kirîye,wekî Ermenîstan bi kirinên xweva daye kifşê, ku ew hindava aşîtîyê û qewînbûnê amine.

“Vî alîda em her dem jî piştgirîya Qibrisê dikin ku pirsgirêka wê bi heqî bê helkirinê, li gorî rêzolyûsîyayên şêwira Organîzeya Netewên Yekêbûyî û navneteweyî.

Ew yek usa jî nava pirsa îzbatkirina aşîtîya li Kafkasîya Başûr dîyare. Min gotûbêjkirinên dawî, yên dora girîngîya îmzekirina peymana aşîtîya  tevî Adirbêcanê raberî hevkarê xwe kirîye. Min usa jî derheqa girîngîya derheqa sînorada xeberdaye.Xêncî wê yekê min derheqa  pêşnîyarên meda, yên dora sazkirina mêxanîzmên bona kontrolkirina bûyarên ser sînor û sîliha daye dîyarkirinê.Ez difikirim,wekî niha em gerekê wê yekê bidine xebatê bona ku rûpelê dijminatîyê welgerînin û bona pêşeroja baş wê mecalê bidine xebatê”,-wezîrê Ermenîstanêyî karên der gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button