H’emû nûçeSereke
Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî pêwandîyên parastinê û ewlehkarîyê tevî Ermenîstanê û Adirbêcanê xweyî dike

Wezîreta Dewletên Amêrîkayêye karên der bersiva pirsên “Dengê Amêrîka” yê daye, yên derheqa telîmên leşkerîda, yên ermenîya-amêrîkîya û bersiva ji alîyê Bekûyêda.
Bi dayîna bersivê û elametîyên Adirbêcanê, alîyê amêrîkî daye dîyarkirinê,wekî dewleta wan bi salên dirêj tevî Ermenîstanê hevkarîyê dike.Hatîye gotinê,wekî tevî Adirbêcanê jî pêwandîyên parastinê û ewlehkarîyê hene, dikevine nava kîjana usa jî telîmên leşkerîye li Gurcistanê û nava çend formatên mayînda.
Bi axaftina derheqa qewînbûna li Kafkasîya Başûr, wezîreta amêrîkî daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstan û Adirbêcan bona amadekirina qayîlnivîsara aşîtîyê pêşkeftin dane kifşê û ew jî piştgirîyê didine wê yekê.







