H’emû nûçeSereke

Ermenîstan wê beşdarî  pêşangeha împorta navneteweyî ya Çînistanêye 7 emîn  ya li Şanhayê bibe

Ermenistan wê beşdarî  pêşangeha 7 emîn ya împorta navnetewî ya Çînistanê bibe ku wê di navbera 5-10 ê mijdarê  li Şanhaya Çînistanê bê lidarxistin û mebesta wê ew e ku tevkariyê li pêşkeftina domdar ya karsaziyên piçûk û navîn bike. Li gorî “Armenpress”ê, ev yek ji hêla wezîreta aborî ya Ermenistanê ve hatîye ragihandin.

Hatîye destnîşankirin ku heta niha ji 60 welatan zêdetir 800 şirket beşdarî pêşangehê bûne.

Tevlîbûna Ermenîstanê ya pêşangehê bi yek standê tê plankirin ku dê bê pere ji şîrketan re bê dayîn. Mesrefên rûniştinê û rêwîtiyê ji hêla beşdaran ve têne girtin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button