H’emû nûçeSereke
Ermenîstan û Îran wê gavên ji bo pêşxistina têkilîyên germ û dostane bidomînin: Paşînyan û Xamênêyî rastî hevdu hatine

Serokwezîr Nîkol Paşînyan li Têhranê rastî rêberê bilind yê înqilaba Îslamî Sêyêd Elî Xamênêyî hatîye.Derheqa wê yekêda ji hukumeta Komara Ermenîstanê radigîhînin.
Sêyêd Elî Xamênêyî spasîya serokwezîr kir ku ji bo beşdarîya li merasima sondxwarina serokkomarê nû hilbijartî yê Îranê serdana Têhranê kirîye.
Hevdîtinan bawerîya xwe anîn ziman ku Ermenîstan û Îran wê gavên ku ji bo pêşxistina têkilîyên germ û dostane ji bo pêşkeftina her du dewletan û gelan berdewam bikin.







