Ermenîstan û Tirkîya pevketine ku bifikirin li ser vekirina derîyê sînorî yê Axûrîk/Akyakayê îhtîmala vekirina xaleke kontrolê ya sînorî ya rêya hesinî

Nûnerên taybet yên pêvajoya çareserîyê ya Ermenîstan û Tirkîyayê, alîkarê serokê meclîsa neteweyî ya Ermenîstanê Rûbên Rûbînyan û sefîre Serdar Kiliç, îro li derîyê sînor ê Margara-Alîcanê yê her du welatan hevdîtina 5 emîn pêk anîn.
Li gorî rapora “Armênprêss” ê, ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam dikin ku nûnerên taybet lihevkirinên ku di hevdîtinên berê de hatine kirin dubare kirin.
Xêncî wê, ewana pevketine ku hewcedarîyên têknîkî li gorî pêşkeftinên herêmî binirxînin da ku dergehê sînorî yê Axûrîk/Akyaka karibe bixebite, û her weha ji bo xwedîyên pasaportên dîplomatîk-fermî prosêdûrên vîzayê ji hev re hêsan bikin.
Di dawîyê de dûbare tekezî li ser berdewamîya proseya çareserîyê bê şert û merc kirin ji bo bidestxistina armanca dawî ya çareserîya tam di navbera her du welatan de.







