Hevkarîya Ermenîstanê û Çînistanê di navbera wezîretên parastinêda jî li ser asta bilinde: serokê ştaba sereke, yê hêzên Ermenîstanêye sîlihkirî

Niha Çînistan hevkareke Ermenîstanêye girînge û pêşxistina pêwandîyên dualî pirseke sîyaseta meye dere.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, fikira wî cûreyî serokê ştaba hêzên Ermenîstanêye sîlihkirî gênêral Êdvard Asryan wextê merasîma 97 salîya artêşa Çînistanê gotîye.
“Artêşa Çînistanêye niha 97 salîye, lê ew bi ruhê parêzerên serbestîya Çînistanê tê ruhdarkirinê. Bi sedsala leşkerê çîn çawa mînaka mêrxasîyê û xwepêşkêşkirinê tê hesabê”,-Asryan gotîye.
Serokê ştaba sereke gotîye, wekî niha Çînistan nava hevkarên navneteweyîda bona Ermenîstanê hevkara girînge û nava sîyaseta derda berfirehkirina hevkarîya dualî pirsa pêşine.Ewî daye dîyarkirinê,wekî pêwandîyên Ermenîstanê û Çînistanê li ser qedirgirtina dualî û dîyaloga sîyasîye ser dereca bilind hatîye hîmdanînê.Êdvard Asryan serda zêde kirîye,wekî hevkarîya açix usa jî di navbera wezîretên herdu welataye parastinêda pêşda diçe.







