H’emû nûçeSereke

Kesên ku hemwelatîya Rûsyayê werdigirin wê salekê di artêşa Rûsîyayê de  qulix bikin: “Interfax”

Kesên ku hemwelatîya Rûsyayê wergirtine, li şûna du salan, wek ku berê pêşnîyar kiribûn, divê salekê leşkerîyê bikin. Li gorî rapora “Armênprêss” ê, jêderekî agehdar ji civata jêrîn ya parlamanê li ser vê yekê agahî da “Interfax” ê.

“Bi îhtîmaleke mezin, kesên ku bibin hemwelatîyên Rûsîyayê divê salekê di artêşê de xizmetê bikin, ji ber ku ev yek dê mafên wekhev ji welatîyên Fêdêrasîyona Rûsîyayê re mîsoger bike” ,-çavkanîyê dîyar kirîye.

Li gorî çavkanîyê, îro wê proje yasaya pêwendîdar ku tê de qanûnek wiha tê de, pêşkêşî Dûmaya Dewletê ya Rûsyayê bê kirin. Ewê  31 ê tîrmehê de di rûniştina dawî ya rûniştina biharê de bê qebûlkirin.

29 ê tîrmehê, serokê Dûmaya Dewletê, Vyaçêslav Volodîn, pêşnîyar kir ku înîsîyatîveke qanûnî ya têkildarî qeydkirina leşkerî ya koçberan bê amadekirin.Tê texmîn kirin ku şertek ji bo pejirandina hemwelatîya Rûsîyayê dibe ku qeydkirina leşkerî be, ku wê di heman demê de bi wergirtina pasaporta hemwelatîyeke Fêdêrasîyona Rûsîyayê pêk bê, kar û barê çapemenîyê dîyar kirîye.

Servîsa çapemenîyê amaje bi wê yekê jî kir, ku pêşnîyaz hatîye kirin ku kontrol li ser cî bi cîkirina erkên serbazî ji alîyê hemwelatîyên nû yên rûsî ve bê xurtkirin, dema xizmeta leşkerî bo du salan bê dirêjkirin û temenê leşkerîya neçar bê bilindkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button