
2 ê tebaxê hatîye ragîhandinê,wekî hêzên PKK ê li Kurdistana Îraqê dirona tirkaye bi sirê jorda anîne xwerê.
3 ê tebaxê zelal bûye,wekî modêla wê dironê kîjan bûye. Hatîye gotinê,wekî bahê wê ji 15 a hetanî 20 mîlyon dolare.
Tiştê herî hewaskar ew bûye, dema ku perçên wê hatine lênihêrandinê.
Kompanîyayên tirka her dem elam dikin wekî hemû parên dirona li Tirkîyayê tên çêkirinê, lê hatîye dîyarkirinê wekî bloka serkarîkirina wê dironê li Îsrayêlê tê çêkirinê û çêkirina dironên tirka parçên welatên bîyanîva girêdayîye.







