Endamtîya Ermenîstanêye nava Organîzeya Hevkarîya Şanhayêda wê garantîyayên ewlehîyêye zêde bide çareserkirinê: Sêlîvêrstova

Pirs û armanca hîmlî, ya Organîzeya Hevkarîya Şanhayê ewe ku ewlehîya welatên endam bide çareserkirinê û dijî êkstrêmîzmê û têrorîzmê gava biavêje. Bêguman, endamtîya Ermenîstanêye nava organîzeya Şanhayêda wê garantîyayên ewlehîyêye zêde bide çareserkirinê.Derheqa wê yekêda, nava dorana forûmêda şêwirmenda seroka merkeza çînî, ya têknolocîyên welata, endama şêwira organîzeyêye genca, Tatyana Sêlîvêrstovayê gotîye.
Em bîr bînin,wekî sala derbazbûyî bû,wekî Ermenîstan berbirî Organîzeya Hevkarîya Şanhayê bûye, bona ku ew statûsa dîtindarîyê bistîne.
Sêlîvêrstovayê daye zelalkirinê,wekî dîtindarên organîzeyê hatine vexwendinê ku nava organîzeyêda hevkarîya diha six mîyaserkin.
Bi qîmetkirina wê, potênsîyala Ermenîstanê nava organîzeya BRÎKS ê û Organîzeya Hevkarîya Şanhayêda ji alîyê hevkarîya êkonomîkîmda mezine.
“Roja îroyîn platformeke usa hate raberkirinê, çawa ya navenda têknolocîyayên organîzeyêye. Li gorî wê, Ermenîstan ji welatên endamên organîzeyê dikare helkirinên têknolocîye baş pevbiguhêre û usa jî praktîka nava goveka perwerdêda hebe.Ev hemû tişt wê bona pêşkeftina Ermenîstanêye êkonomîkî bê mîyaserkirinê”,- Sêlîvêrstovayê gotîye.







