SerekeSîyasî

Mela Bextyar: Xaneqîn gorî Kerkûkê hatîye kirin û kurd li wê derê çi postan wernagirin

Mela Bextyar ji K24 ê re radigihîne: “Xaneqîn gorî Kerkûkê hatîye kirin, mana Rêbwar Teha jî li ser postê parêzgerê Kerkûkê heta niha ron nîne”.

Mela Bextyar  di çarçoveya tevlîbûna di bernameya X ê ya K24 ê de ragîhand: “Di pêkanîna Hökömeta Xwecihî ya Kerkûkê de xedir li Xaneqînê hatîye kirin, lihevkirin hatîye kirin ku li wê derê çi postek bi kurdan neyê dan”.

Amaje jî da, “Xaneqîn gorî Kerkûkê hatîye kirin, mana Rêbwar Teha jî li ser postê parêzgerê Kerkûkê heta niha ron nîne, ji ber ku alîyên sîyasî red kirîye”.

Bernameya X ê li rojên Pêncşem seheta 09:00 ê şevê li ser şaşe û mêdyaya civakî ya K24 ê ji alîyê Kovan Îzet ve tê pêşkêşkirin. Mela Bextyar di bernameya navbirî de bi rewşa Kerkûkê re behsa çend tewerên girîng û hestyar yên navxwe yên YNK ê û rewşa Silêmanîyê û Herêma Kurdistanê jî dike.

Şeva þemîyê, 10.08.2024, bê tevlîbûna PDK, bereyê Tirkmênî û hejmareke endamên ereb yên civata parêzgeha Kerkûkê li Bexdayê, parêzgerê Kerkûkê û serokê civata parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin. Rêbwar Teha wekî parêzgerê Kerkûkê û Mihemed Hafiz jî wek serokê civata parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.

Berî ew civîn bê kirin, firaksîyonên PDK ê, bereyê tirkmênî û hevpeymanîya erebî li civata parêzgeha Kerkûkê di sê ragîhandinên cuda de red kir ku tevlî wê civînê bibin û ew civîn wek civîneke neqanûnî binav kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button