Ermenîstan wê bigihêje tora 5G ya fireh: pîşesazîya têknolojîya bilind wê îhaleyê eşkere bike

Wezîreta pîşesazîya têknolojîya bilind ji bo danasîna tora 5G ya berfereh li Ermenîstanê, ji bo ku bi rengek pêşbazî pêşkêşî opêratorên ragîhandinê yên mobîl bike, frêkansa radyoya 3600-3800 MHz azad kir.
Wezîreta pîşesazîya têknolojîya bilind ya Ermenîstanê di bersiva pirsa “Armênprêss” ê de derbarê pêkanîna tora firehîya têknolojîyê ya 5G li Ermenîstanê de.
“Wek amûrek girîng ya pêşkeftina têknolojîk, wezîreta pîşesazîya têknolojîya bilind ya Ermenîstanê li ser pêkanîna tora berferehîya têknolojîk 5G li Komara Ermenîstanê tekez dike. Bandora frêkansa radyoyê ya 3600-3800 MHz ji hêla wezîretê ve hate serbest kirin ku ji bo armancên bazirganî peyda bike.
Piştî lîbêralîzekirina rêza frêkansa radyoyê, komîsyona birêkûpêkkirina xizmetên giştî ya Ermenîstanê, piştî gotûbêja bi wezîreta pîşesazîya têknolojîya bilind ya Ermenîstanê, pêvajoya pêşdabirina pakêta îhaleyê û şert û mercên peydakirina beşên ji rêza frakansa radyoyê ya dîyarkirî pêk tîne û her weha standardên kalîteyê yên ji bo têknolojîya berferehiya 5G ya mobîl.
Piştî ragîhandina îhaleyê ji hêla komîsîyona rêkûpêkkirina xizmetên giştî ya Komara Ermenîstanê ve, heger opêratorên ragîhandinê yên desta yên Komara Ermenîstanê beşdarî îhaleyê bibin û beşên frakansa radyoyê bi dest bixin, xebatên pêkanîn û xebitandinê yên tora firehbanda têknolojîya 5G pêk bînin di tarîx û cîhên ku di şertên pakêta îhaleyê de hatine dîyarkirin, di vê rewşê de, Ermenîstan dê bigihîje torgilokek fireh ya têknolojîk 5G”,- ji wezîreta wezîreta pîşesazîya têknolojîya bilind gotine .
Wezîretê da zanîn ku wezîreta pîşesazîya têknolojîya bilind ya Ermenîstanê bi opêratorên ragîhandinê yên desta yên Ermenîstanê re civînên cuda organîze kir, di civînê de mijarên têkildarî danasîna torên têknolocîya 5G hatin nîqaşkirin, tevî dilxwazî û berjewendiya wan ji bo beşdarbûna di îhaleyê de û pêkanîna tiştên li jor.
8 ê tebaxa sala 2024 a de, fermana wezîrê pîşesazîya têknolojîya bilind ya “Li ser guhertina fermana hejmara 71N ya wezîrê gîhandin û ragîhandinê ya Komara Ermenîstanê ya 28 ê sibata sala 2008 a” ket merîyetê û li gorî wê. Guhertin di tabloya belavkirina frakansê ya Komara Ermenîstanê û band frakansa radyoyê ya 3600-3800 MHz de ji bo xizmetên ragihandina mobîl hatin kirin.







