H’emû nûçeSereke

Yekîtîya Avropayê zordarîyên li Adirbêcanê şermezar kirîye

Yekîtîya Avropayê bangî Adirbêcanê kirîye ku qedirê mafê ulmdarê navdar bigrin, yê ku bona rexnekirina hukumatê hatîye girtinê.Xêncî wî merivî usa jî bi seda meriv hatine girtinê.

Wextê qisa tevî Politico ê, spîkêrê Yekîtîya Avropayêye karên der û ewlehîyê, Pêtêr Stano daye dîyarkirinê,wekî Bryûsêl bi xemgînî dîna xwe dide îşê akadêmîk Bahrûz Samêdov, yê ku bona aşîtîya li Kafkasîya Başûr pêşda tê.

Adirbêcan pêwandîyên six tevî Yekîtîya Avropayê xweyî dike û ewê sala 2022 a derheqa zêdekirina deranîna gazêda qayîlnivîsar îmze kirîye. Îsal Bekûyê civîna pêşkêşî guhartina klîmayê li cem xwe qebûlke û Bekûyê elam kirîye, wekî Adirbêcan “Hemcivîna aşîtîyê” dixweze.

Samêdov bi  menîya “xayîntîyê” gunehkar dikin. Wî dikarin hetanî dawîya emirê wî hebsêda bihêlin.

“Îşê wî bona tijîkirina girtîyên ji sala parda destpêkirî tê”,-Stano gotîye. “Em careke mayîn bangî Adirbêcanê dikin ku wan hemû meriva aza berdin, yên ku bona mîyaserkirina mafên xwe hatine girtinê”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button