H’emû nûçeSereke
Ji Rûsîyayê sîstêmên rokêtaye dijî tanka, yên bi navê “Kornêt” şandine Adirbêcanê

Nava mehên sala îsaline nîsanê û gulanêda 50 sîstêmên rokêta, yên dijî tanka ji Rûsîyayê hatine Adirbêcanê. Bahê wan 50 sîstêma gihîştîye 14 mîlyon dolarî.
Nava wî wedeyîda ji Sêrbîyayê 5000 topên 122 mîlîmêtrê çûne Adirbêcanê. Ji Îsrayêlê 16 rokêtên bi navê “Êkstra” şandine Adirbêcanê. Bi tomerî hildayî, nava wî wedeyîda, Adirbêcanê bahê 30 mîlyon dolarî sîlih stendine, nîvê kîjana ji Rûsîyayê hatîye stendinê.







