H’emû nûçeSereke

Yazîya mîrata ermenîye çandî, ya li Qerebaxê dibe mînanî ya Nexçêvanê: pispor

Yazîya mîrata ermenîye çandî, ya li Qerebaxê dibe mînanî ya Nexçêvanê.Derheqa wê yekêda wextê hemcivîna derheqa pirsgirêkên mîrata dîrokî û çandîda, ya ku li akadêmîya Ermenîstanêye zanistîyê pêk tê, xertîzan, pisporê gêografîyayê Rûbên Xalçyan gotîye.Ewî bîr anîye wekî Adirbêcan dicêribîne mîrata ermenîye çandî bike ser navê xwe û elam dike wekî  giva ew çanda afxanîye.

“Serbara serda Adirbêcan dicêribîne ew têza nerast pêşda bibe, wekî ermenî sedsala 19 a da hatine vê herêmê”,-Xalçyan gotîye.

Xerîtzan serda zêde kirîye, wekî bi dagirkirina topraxên nû yekîtîya azêrîya-tirka li rex wê yekê mîrata ermenî dide tunekirinê. “Ew yek him wextê komkujîya ermenîye li împêratorîya osmanî û paşê jî li Nexçêvanê ji alîyê Adirbêcanêda hatîye kirinê. Yazîya mîrata çandîye li Qerbaxê jî dibe mînanî ya Nexçêvanê.Heger dijî vê yekê tu tişt tunebe, wî çaxî ew yek wê neyê guhartinê”,- xerîtzan gotîye.

Xalçyan ew yek himberî çanda ermenîye li Îranê kirîye. Ewî bîr anîye wekî li Komara Îranê ne tenê wê mîrata ermenî xweyî dikin, lê pêra jî beşeke wê raber kirine ku ew bikeve nava navnîşa YÛNÊSKO ê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button