H’emû nûçeSereke
Qeyde-qanûnê şuxulkarîya komîsîyayên dîyarkirina sînora hatîye belavkirinê

Nava rojeva civîna hukumatêye 5 ê îlonêda, projeva qanûna Komara Ermenîstanê, ya derheqa qeyde-qanûnê şuxulkarîya komîsîyayên Ermenîstanê û Adirbêcanêye bona dîyarkirina sînora heye.Nava projeya biryarêda tê gotinê: “ Çawa bingeha biryarê qanûna Konstîtûsîya Ermenîstanêye 65 a hatîye hesabhildanê û li gorî wê yekê hukumat birîyar dike:
1.Begemîyê bidine qeyde-qanûnên şuxulkarîya komîsîyayên xebatê, yên Ermenîstanê û Adirbêcanê,
2.Bona borcdarîyên nava qeyde-qanûnada, berbirî mehkema Konstîtûsîyonbin,
3. Heger birîyara bona naskirina borcdarîya ji alîyê mehkema Konstîtûsîyonda bê qebûlkirinê, wî çaxî wê yekê raberî parlamêntê bikin, 4.Çawa wekîlê hukumatêyî li mehkema Konstîtûsîyon cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan kifşkin.







