H’emû nûçeSereke
Vahan Kostanyan tevî wezîrê Brîtanyayêyî pirsên Avropayê pirsa dewlemendkirina dîyaloga stratêcî gotûbêj kirîye

Nava doranên hemcivîna stratêcîda, cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan rastî wezîrê Brîtanyayêyî pirsên Avropayê Stêfên Doûtî hatîye.
Ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine,wekî wextê hevdîtinê pirsên derheqa rojeva pêwandîyên Ermenîstanê û Brîtanîyayêye dualî û gavên bona pêşxistina wan hatine gotûbêjkirinê.
Xeberdan usa jî derheqa dewlemendkirina dîyaloga stratêcîye di navbera herdu welatada çûye.
Fikir dora cedandinên bona qewînbûn û aşîtîya li Kafkasîya Başûr hatine pevguhartinê.
Nava vê hemtêkstêda Vahan Kostanyan derheqa wê yekêda îzbat kirîye,wekî hukumata Ermenîstanê amadeye nava wedê kurtda qayîlnivîsara derheqa îzbatkirina pêwandîyên tevî Adirbêcanê îmzeke.







