Mongolya sedema redkirina girtina Pûtîn bi fermana ICC eşkere kirîye: Politico

Em ji her kesî lêborînê dixwazin, lê destên me hinekî girêdayî ne. Politico dinivîse, wekî hökömeta Mongolîyayê daxuyanîyeke wiha da dema ku fermana navneteweyî ya girtina serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ku roja duşemê bi seredaneke fermî çûbû wî welatî, radest nekir.
Di daxuyanîyeke Politico ra, berdevkê hukumeta Mongolîyayê gotîye ku welat bi ÿnêrjîyêva girêdayîye, ku girtina serokê Rûsyayê li gorî biryara dadgeha tawanan ya navneteweyî dijwar dike.
“Mongolya 95 selefê berhemên xwe yên neftê û zêdetirî 20 selefê ÿlêktrîka xwe ji welatên cînar distîne, ku berê ji ber têkçûnên têknîkî bandor li wan kiribûn. Ev pêdawîstî ji bo mîsogerkirina hebûna me û gelê me pir girîng in,”- çavkanîyê gotîye.
Wekî ku Politico radigihîne, li ser zarê pisporan, Mongolya, endama ICC, wê ji ber redkirina girtina serokê Rûsyayê bê dadgeh kirin.
2 ê îlonê, Pûtîn li ser vexwendina serok Ûxnaagîn Xûrêllsûx bi seredaneke fermî ya du rojan çûye Mongolyayê. Krêmlê dîyar kirîye ku ev sefer hevdeme bi 85 emîn salvegera serkeftina hevpar ya Yekîtîya Sovyêtê û Mongolyayêye li ser mîlîtarîstên japonî, yên li ser çemê Xalxîn Gyolê.







