H’emû nûçeSereke

Şêwira Îranê bi helkefta  li ser minasebetê Zengîzûrê ji Rûsyayê re: ew korîdora xeyalî wê çênabe:Tasnim

Helwesta ku vê dawiyê ji aliyê rayedarên payebilind yên Rûsyayê ve piştî serdana vê dawiyê ya Vladîmîr Pûtîn bo Bekûyê, derbarê rêya ragihandinê li herêma Kafkasya Başûr, û dubarebûna wê di van rojên dawî de, ji aliyê rayedarên payebilind yên Îranê ve hat ragihandin.

Li gorî rapora Tasnim ê, piştî encamên serdana serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bo Bekûyê, wezîrê karên der yê Rûsyayê Sergey Lavrov di şîroveya kanala yekem de gotîye “Em alîgirê wê ne ku di zûtirîn dem de peymana aşîtiyê di navbera Bekuyê û Yêrêvanê de bê encamdan û bloka ragihandinê bê rakirin”.

Wezîr hukûmeta Ermenistanê li ser wê rêyê asteng bi nav kir û gotîye “Mixabin, li ser herêma Syunik a Ermenîstanê, ya ku peymana ku serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan îmze kiriye sabote dike, rêveberiya Ermenîstanê ye. Zehmet e ku meriv fêm bike ku wateya wê helwestê çi ye”.

Ev helwesta wezîrê karên derve yê Rûsiyê di medyayê de şîroveyên cure-cure û spekulasyonan li ser daxwaza Moskvayê ya ji bo vekirina korîdora bi navê “Zangezûr” ku wê bibe rêyeke rojhilat-rojava ji Komara Adirbêcanê ber bi herêma Naxîcêvanê ve di ser xaka Adirbêcanê re çêdike

Rayedarên pilebilind yên Îranê di hevdîtinên cure-cure yên li gel rayedarên Rûsiyayê, Komara Adirbêcanê, Ermenîstanê û Tirkiyayê de ragihandine, ku Tehran razî nabe bi wê korîdorê re, ku dê guhertinên jeopolîtîk li ser sînor û navçeyê bi xwe re bîne.

Piştî daxuyaniyên vê dawiyê berdevka çapemeniyê ya wezîreta Rûsîyayêye karên der  Mariya Zaxarova hesasiyeta Rûsyayê li ser wê helwestê zêde bû. Di daxuyaniya xwe de, ewê got ku korîdora Zengîzûrê rêyek e ku dikare axa sereke ya Adirbêcanê bi ser navçeya Syunik ya Ermenîstanê ve bi Naxîcevanê ve girêbide. Di hevdîtinên aştiyê yên sêalî yên bi Ermenîstanê re, helkirina bloka Zengezûrê teqez wê bê nîqaşkirin û helwesta Moskvayê ya ji bo rakirina blokên têkiliyên Yêrêvan û Bakûyê jî tê zanîn.

“Li Federasyona Rûsyayê, ew ji wê yekê derdikevin ku peymanên têkildar wê bi lihevkirin û şert û mercên hevdu qebûlkirî werin cîbicîkirin, da ku ew li gorî berjewendiya Ermenîstan û Adirbêcanê û hem jî li gorî berjewendiyên welatên cînar Rûsyayê, Îranê û Tirkiye”,- dîplomat tekez kir.

Berî niha hevserokê rûsî yê komîsyona sê alî ya diyarkirina sînorê di navbera Ermenistan û Adirbêcanê de, cîgirê serokwezîrê Fêdêrasyona Rûsyayê Aleksey Ovêrçuk ragihandibû ku divê rê di bin serweriya welatên ku tê de derbas dibin bin.

Dema ku li ser helwesta Îranê hat pirsîn, Zaxarovayê ji rojnamevanan re gotîye: “Me nîgeraniya aliyê Îranê yê derbarê korîdora Zengîzûrê de dît û divê em ji bo zelalkirinê serî li Tehranê bidin. Lê helwesta Moskvayê di vê mijarê de bi temamî diyar e. Em texmîn dikin ku ev biryar ji bo Ermenistanê, Adirbêcanê û cînarên herêmê bê qebûlkirin”.

Ev helwest piştî şerê 44 rojî di navbera Bekuyê û Yêrêvanê de (27 ê îlonê û 11 ê mijdara sala  2020 î) Moskva sala 2020 î dubarekirina xala 9 a peymana aşîtiyê ya mijdarê ye. Xala 9 a ji alîyan re tê xwestin ku astengkirina kanalên ragihandinê rawestînin.

Piştî gotûbêjên vê dawiyê, Îranê tedbîrên dîplomatîk ji bo gihandina peyama pêwîst ji aliyê rûsî re girt û Mojtepa Demirçîlû, alîkarê wezîrê karên der yê Îranê û berpirsê karûbarê Avrasyayê, bi helkefta Cejna Remezanê gazî balyozê Rûsyayê li Têhranê (Aleksey Dedov) kir. Xwepêşandana ji aliyê wezîreta karên der ya Îranê ve pêşkêşî wî hat kirin û têde rêzgirtina li serweriya netewî, yekparçeyiya xakî û berjewendiyên hevbeş yên welatan ji bo garantîkirina aştiya bi îstîqrar li Qefqasyayê û hevkariyên navçeyî hate gotin.

Li gor zanyariyên agehdar, balyozê Îranê li Rûsyayê jî derbarê nerazîbûna Îranê ya derbarê helwesta vê dawiyê ya wezîreta karên der ya Rûsyayê de agahî da.

Bi gelemperî, divê em çend deqeyan bînin bîra rayedarên rûsî.

Yekem, wezîreta karên der ya Rûsyayê daxuyaniyên li dijî bendewariyên Îranê dan. Rûs bi rêya berpirsên pilebilind yên Îranê ji helwesta eşkere ya Îranê agahdar in, ku li gor wê helwesta Komara Îslamî ya Îranê li dijî her cure korîdoreke wek Zengîzûrîn  ku Naxîcevanê bi Adirbêcanê ve girêdide ye. Ji ber vê yekê ev helwest ecêb e.

Ya duyem: rayedarên Moskvayê baş têdigihin ku Komara Îslamî ya Îranê wek welatekî serbixwe ku li hember biçûktirîn bûyerên navçê û bi taybetî li başûrê Qefqasyayê xwedî helwesteke zelal û sade ye, hertim dijî Amerîkayê, rojava û hemû cîhanê ye. Yên ku li hegemonyayê digerin û bûyerên îslamî ne.

Ya sêyem, Îran tu guhertinek di sînorê xwe de û her guhertinek di ewlehiya sînor de li her deverekê qebûl nake.

Ya çarem, qaîdeyên ewlekarî û pozîsyona jeopolîtîk ya ti welatekî li Başûrê Kafkasyayê ji yên din ne bilindtir e. Îcar çima dostên me yên rûs difikirin ku divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên bi Ermenîstanê re korîdora Zangezûrê bikar bînin?

Ya pêncem, dema Moskva bi Ûkraînayê re di nava şerekî de ye, amerîkî dixwazin wek marekî di bin çermê NATO yê de rêya Kafkasya Başûr vekin. Lê Komara Îslamî ya Îranê bi hemû hêza xwe li hember NATO û Amerîkayê rawestiya, lewra rêveberiya Co Baydên serokomarê Amerîkayê ragihand ku ew yekane asteng e li ser rêya vekirina korîdora Zengîzûrê.

Divê Rûsya jî bala xwe bide ser wê yekê ku di mijara korîdora Zengîzûrê de, dema ku ew welat bi mijara Ûkraînayê ve mijûl e, tenê Îran û bi taybetî rêberê ruhanî yê wê ye ku li hember zêdegaviyên aliyên xwebexş, bi taybetî yên rojavayî, li ber xwe da û nehiştin ku destdirêjiyê bikin.

Çima niha jî Rûsya vê yekê radigihîne, ku Îranê helwesta xwe bi zelalî ragihandiye û ev jî belgeya helwesta eşkere ya Îranê di vê mijarê de ye, pirseke sosret e.

Ya şeşem: rayedarên her du welatan xwe ji bo pêkanîna peywendiyên stratejîk amade dikin û ev jî nîşana îradeya Komara Îslamî ya Îranê ye. Pirseke ku ji aliyê berpirsên pilebilind yên Rûsyayê bi taybetî serokê wî welatî Vladimir Putin ve hat tekezkirin.

Bi berçavgirtina lihevkirinên gelek girîng û eşkere yên Vladimîr Pûtîn bi rayedarên payebilind yên Komara Îslamî ya Îranê û girîngiya danîna peywendiyên stratejîk di navbera her du welatan de, ev helwesta wezareta karên der ya Rûsyayê cihê sosretiyê ye. Xuya ye, divê wateya pratîkî ya “têkiliyên stratejîk” ji aliyê wezîreta karen der ya Rûsyayê ve ji nû ve were pênasekirin.

Ya heftem, niha nêrînek çêdibe ku wezîreta Rûsyayêye karên der şaş e û difikire ku di berjewendiya wê de ye ku bi bikaranîna korîdora Zengîzûrê ya xapînok, ku ji ber dijberiya Îranê çênabe, pirsgirêka Ermenistanê çareser bike.

Bi bîr bînin ku vekirina korîdora Zengîzûrê tê wateya girtina yek ji dergehên Îranê yên ber bi Avropayê û kêmkirina hejmara cînarên Komara Îslamî ya Îranê ji 15 a bo 14 a.

Li gorî feraseta “têkiliyên stratejîk” ku Îran û Rûsya ji bo wê têdikoşin, gavên bi vî rengî yên taktîkî berovajî bingehên têkiliyên stratejîk in.

Xala dawî jî ev e ku, bi îhtîmaleke mezin, eger bixwazin tiştekî bi navê “Korîdora Zengêzûrê” yan jî korîdoreke din vekin, bêguman rojavayî dê li dij derkevin û wê demê ew nakokî dê li ser sînorê gelek hestiyar li bakurê rojavayê Îranê kulmeke nû ya aloziyê çêbike.

Heger welatek bifikire ku dikare pirsgirêkên xwe li derveyî sînorên xwe bi vekirina eniyek nû ya tehrîk û pevçûnan li ser hesabê kesên din çareser bike, wê demê li ti devera cîhanê ewle nabe û cîhan dê di kaosek berdewam de bimîne.

Ermenistan wê beşdarî civîna BRICS ê ya ku di meha cotmehê de li Kazanê tê lidarxistin bibe.Alîkarê wezîrê karên der Mnasakan Safaryan ev tişt gotîye.

Civîna BRICS ê wê di 22-24 ê cotmehê li Kazanê bê lidarxistin. Beriya niha Tirkiyayê û Adirbêcanê ji bo endamtiya BRICS ê serlêdan kiribûn.

Welatên BRICS ji 34 selefê xaka dinyayê û ji 45,2 selefê nifûsê ne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button